NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê bang li her kesê kirin daku li dijî dagirkeriyê xwedî helwest bin. Herwiha ciwanan gotin ku hikumet bê helweste, ji ber vê pêwîste ew bi xwe dagirkeriyê ne pejirînin.
Duh bi şev li bajarokê Sengeser ya ser bi navçeya Pişder a îdareya Raperîn, Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê bi daxuyaniyekê çapemeniyê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.
Li ser navê ciwanan Rênwar Elî axivî û got; “Em bi ti awayek van êrîşên ser gelê xwe qebûl nakin. Emê li dijî her êrîşa ku li ser gelê me bê kirin rawestîn. Çawa di dema borî de helwesta ciwanan çêbû, niha jî bi heman awayî li dijî dagirkeriyê wê ciwan xwedî helwest bin.”
Rênwar bang li ciwanan kir û got; “Bêdengiyê bişkên û li dijî pîlanên dijmin yên hemberî Kurdan rabin. Ji ber ku Hikumeta Herêma Kurdistanê li hemberî şehîd xistina xelkê sivîl bê helweste. Bila em weke gelê Kurd xwedî helwest bin û dijî dagirkeriyê rawestin.”