BRADOST/BÎNARÊ QENDÎL – Çalakiya Mertalên Zindî ya Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirker yên dewleta tirk didome. Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewlata Tirk ji 14’ê Hezîranê ve li Bînarê Qendîlê kon vedan û dest bi çalakiya Mertalên Zindî kirin. Komek ji çalakvanên Meralên Zindî ên li Qendîl di 24’ê Hezîranê ji bo befirehkirina çalakiya xwe derbasî Bradostê qada şer ya germ bûn. Îro çalakiya ciwanan ya Mertalên Zindî li Bînarê Qendîlê di roja 18’emîn û ya li Bradostê di roja 8’emîn de didome.
Serdanên ji bo çalakiyê ji milê Welatiyan û Pêşmergeyên Dêrîn rojane çêdibin. Îro Pêşmergeyên Dêrîn ji bo bilindkirina çalakiya Mertalên Zindî ya li Bradost çûn serdana çalakvanan. Pêşmergeyên Dêrîn di serdana xwe çalakiyê silav kirin û banga mezinkirina çalakiyê kir. Çalakvanan jî keyfxweşiya xwe ji bo serdanê anîn ser ziman û diyar kir ku wan hêz û moral ji serdana pêşmergeyan girtiye.