HELEB – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li taxa Şêxmeqsûd a girêdayî Helebê bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê, û dijminatiya Tirkiyê li dijî gelê Kurd de şermezar kir.
Daxuyanî ji hêla rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger Zeyneb Mislim ve, li pêşiya navenda tevgerê ya rojavayê taxa Şêxmeqsûdê hat xwendin.
Di daxuayniyê de hesasbûna qonaxê hat misogerkirin û hevgirtina gelê Kurd hat xwestin û wiha berdewam kir: “Divê em li dijî êrîşên leşkerî, fikirî, parastina xwe ji êrîşên Tirkiyê û destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bi dest xistin, bikin.”
Di dewama daxuyaniyê de bêdengiya hikumeta herêma Kurdistanê der heqê êrîşên hovane de hate destnîşankirin û ev tişt hate gotin:”Hikumeta ku nikaribe parastina gelê xwe bike, di rêvebirina civakê de jî nikare xwedî statu be.”
Daxuyanî bi balkişandina ser rola “Berxwedêran” li Başûrê Kurdistanê û sloganên “Li dijî êrîşên dagirkeriyê, yekitiya gelê Kurd” bi dawî bû.