NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê, li ser daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya hukumeta Iraqê ji bo qetliama Kortekê, Nunerê Iraqê li Enqerê vexwend û ragihand ku, ew giringiyê nadin daxuyaniya wezareta Karê Derve ya Iraqê. Hat zanîn ku Tirkiyê piştî vê daxuyaniyê jimarekî zêde leşker di bajarê Dihokê re derbasî baregeha leşkerî ya Siryê kiriye.
Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê, li ser daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya hukumeta Iraqê ji bo qetliama Kortekê, Nunerê Iraqê li Enqerê vexwend û ragihand ku, ew giringiyê nadin daxuyaniya wezareta Karê Derve ya Iraqê. Her wiha jêre gotine ku, diviyabu di daxuyaniya wezaretê de navê PKK’ê bi hatiba gotin ne navê Tirkiye û qetilkirina xelkê sivîl.
Balafirên dewleta Tirk a dagirker di 27’ê Hezîranê de li çiyayê Kortekê yê Bînarê Qendîl du wesayîtên sivîlan dema ji gund vedigeriyan bajêr hedef girtibun. Di encamê de ji du malbatan 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dabun û 5 kes jî birîndar bibun. Di nava şehîd û birîndaran de jin û zarok jî hebun. Wezareta Derve ya Iraqê ev qetliam şemezar kiribû û daxwaz ji Tirkiyê kiribu ku êrişên xwe li ser sivîlan bide rawestandin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hami Aksoy li ser daxuyaniya Wezareta Iraqê daxuyanî da û ragihand ku; wan Nunerê balyozxaneya Iraqê li Enqerê vexwendiye û jêre ragihandiye ku, ew giringî nadin daxuyaniya Wezareta Derve û wê Tirkiye li ser operasyona xwe ya li ser xaka Başur berdewam bike.
Hami Aksoy da zanîn, wan ji Nunerê Iraqê re ragihandiye ku daxuyaniya li ser navê Wezareta Derve hatiye belavkirin û têde qala ziyan û qetlîama xelkê sivîl kiriye, nayê qebul kirin.
Piştî Daxuyaniya Iraqê Leşker Di Dihokê Re Derbasî Baregeha Sîryê Bun
Dewleta Tirk ya dagirker êrişek berfireh li ser xaka herêma Kurdistanê daye dest pê kirin. Dewleta Tirkiyê li rexmê daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, du roje bê navber hêz dikişîne herêmê.
Li gorî çavkaniyên herêmî dewleta Tirk bi aşkirayî di 28’ê hezîranê de bi karwanekî wesayîtên leşkerî yên barhilgir ku têde leşker û çekên giran hebun, di bajarê Dihokê re derbazî baregeha leşkerî ya Girdê Biyê girêdayî Bêgova li Zaxo kiriye.
Her wiha hat zanîn ku leşkerên Tirkiyê şeva 29’ê Hezîranê, bi helîkopteran hejmarek leşker kişandine baregeha leşkerî ya Sîryê girêdayî Şêladizê li Amêdiyê.
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê