BRADOST/BÎNARÊ QENDÎL – Çalakiya Mertalên Zindî ya Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirker yên dewleta tirk didome. Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewlata Tirk ji 14’ê Hezîranê ve li Bînarê Qendîlê kon vedan û dest bi çalakiya Mertalên Zindî kirin. Komek ji çalakvanên Meralên Zindî ên li Qendîl di 24’ê Hezîranê ji bo befirehkirina çalakiya xwe derbasî Bradostê qada şer ya germ bûn. Îro çalakiya ciwanan ya Mertalên Zindî li Bînarê Qendîlê di roja 19’emîn û ya li Bradostê di roja 9’emîn de didome.
Çalakvan rojane bi plansaziyên cuda cuda roja xwe derbas dikin. Her wiha serdanên ji bo çalakiyê ji milê Welatiyan û Pêşmergeyên Dêrîn rojane çêdibin.