SÊWAS – Li Sêwasê 2’ê Tîrmeha sala 1993’an 33 rewşenbîr ji bo tevlî çalakiyên Pîr Sûltan Abdal bibin li Otela Madimakê bi cih bûbûn, lê bûn hedefa êrîşê. Rewşenbîr tevî du wezîfedarên otelê ji aliyê girseyeke ku xwe dispart hêzên dewletê hatin şewitandin.
Di salvegera 26’an a komkujiyê de bi deh hezaran kes ji bo tevlî merasîmên bîranînê bibin li du nuqteyan li hev civiyan.
Di pêşengiya Komeleyên Elewiyan de bi deh hezaran nûnerên rêxistinên demokratîk û sivîl li pêş Komeleya Çanda Elewiyan a Pir Sultan Abdal (PSAKD) a Sêwasê kom bûn û heta Otela Madimakê dest bi meşê kirin.
Bi deh hezaran kesên li pêş Cemxane ya Vakfa Çanda Anadolu ya Haci Bektaşi Velî û Şaxa PSAKD’ê ya Sêwasê kom bûn, dest bi meşê kirin.
Nûnerên Komeleya Haci Bektaşi Velî, Komeleya Çanda Alewî, (AKD), Federesayona Alewî Bektaşî (ABF), Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal (PSAKD), Komeleya Divrîgî Koy, Platforma Demokratîk a Sêwasê, HDP, CHP, DBP, Mala Gel, Tevgera Kizilbaş a Şoreşger, Partîzan, Partiya Kedê, (EMEP) û gelek nûnerên rêxistinên demokratik amade bûn.
Girseyên ku li 2 nuqteyan kom bûn meşiyan kolana Fidanlikê. Girse piştî li vê kolanê gihiştin hev berê xwe dan Otela Madimakê.
Girseyê di meşê de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane rakirin û dirûşmeyên “Me Sêwas ji bîr nekir”, “Li dijî Faşizmê mil bidin mil”, “Pîr sultan namirin, berxwedan mezin dibe” û “Wê hesabê Sêwasê bê pirsîn.” berz kirin.
Meş bi dirûşmeyan didome.