STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Faîk Ozgir Erol, Cengiz Yirekli û Mazlum Dinç, bi boneya li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parezerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2’ê Gulanê, 22’ê Gulanê, 12’ê Hezîranê û 18’ê Hezîranê de bi Ocalan re hevdîtin kiribûn.