ZAXO – Li gorî agahiyên bi dest ketine, Asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hefteyek dem daye rûniştvanên gund û koçerên Zaxo. Bi armanca ku van herêman vala bikin. Tê gotin ku ji bo hevkariya artêşa Tirk û destpêkirina operasyona leşkerî wê ev gund werin valakirin.
Asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo rûniştvanên gundan û koçerên navçeya Zaxo ya Dihokê li ser warên xwe biçin hefteyek dem daye wan.
Li gorî agahiyên ji zêdetirî çavkaniyekê bi dest ketine, Asayîşa PDK’ê daxwaz ji rûniştvanên gundan û koçeran herêmên gundên Keşan, Zoma Kanî Delê, gundên Şudnî, Riwîsê, Zoma Siyara Sitewrê û çend cihên din kirine ku herêmê vala bikin. Ji bo valakirinê herêmê ti sedem ji bo welatiyan nehatiye eşkere kirin.
Tê gotin ku armanca PDK’ê hevkarîkirina dewleta Tirkiyeyê ya ji bo destpêkirina operasyonê ye. Di van demê dawî de dewleta Tirk hêzek zêde ya leşkerî şand herêma Dihokê. Tê gotin ku li herêmê nîşaneyên operasyonê ne.