AMEDÎ – Balafirên şer yên artêşa dagirker a Tirk derdora gundê Sêgirê ya dikeve devera Nihêla ya ser bi Amediyê bi dijwarî bombebaran dike.
Li gorî çavkaniyên herêmî balafirên şer yên artêşa dagirker a Tirk di van saetan de derdora gundê Sêgirê ya dikeve herêma Nihêla ya ser bi navçeya Amediyê bi dijwarî bombebaran dike.
Têkildarî encama bombebaranê hîn ti zanyariyek zelal bidest neketiye.