BEHDÎNAN – Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) cangoriyên Komkujiya Sêwasê ya 2’yê Tîrmehê bi bîr anî û got; “Ji bo Madimakên nû rû nedin, divê em li hemberî êrîşên faşîzmê têkoşînê geştir bikin.”
Daxuyaniya HBDH’ê ya bi sernavê “Em ê hesabê komkujiya 2’ê Tîrmehê bipirsin!” wiha ye;
“Polîtîkayên komkujiya Madimak a 2’yê Tîrmehê hatin pêkanîn, îro bi destê desthilatdariya AKP-MHP’ê tên dewamkirin. Bi qilifê wext di ser re bihuriye bersûcên komkujiyê hatin beraetkirin, 8 parêzerên qatilan di AKP’ê de bûn wekîl û di parlamentoya bûrjûvayê de cih girtin, nîşan dide ku berdewamkerê van polîtîkayan e.”
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîş û komkujiyên sîstematîk ên bi qîrên ‘beka’yê tên kirin weke heman berhema zîhniyeta faşîst bi klîka faşîst a AKP-MHP’ê didomin û wiha hat gotin, “Madimak ji komkujiyên faşîst ne ya pêşî bû û ne jî ya dawî bû: Komkujiyên Roboskî, Pirsûs, Sûr, Cizirê, Efrîn, Bradost, Gazî, Sêwas, Mereş dewama wê ne.”
Di dawiya daxuyaniyê de jî li dijî her cure êrîşên qirker ên paşverû-faşîst banga xwerêxistinkirinê li gel hat kirin û wiha hat gotin: “Ji bo Madimakên nû rû nedin, divê em li hemberî êrîşên faşîzmê têkoşînê geştir bikin. Bi hêza em ji têkoşîna xwe ya yekbûyî û mafdariya xwe digirin, em ê faşîzmê têk bibin. Wê gel bi ser bikevin.”