NAVENDA NÛÇEYAN – Di êvara 1’ê Tîrmehê de ji aliyê asayîşa Sengeserê ya ser bi navçeya Qelaqizxê ya ser bi îradeya Raperîn du endamên Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê hatin binçavkirin û hîn ti agahî ji rewşa wan nayê girtin.
Navê herdu ciwanan hatine girtine wihane, Mihemed Newzad ê ji navçeya Çemçemal a ser bi parêzgeha Silêmaniyê û Rênwar Elî yê ji bajaroka Sengeserê ye.
Endamên Desteya Rêveberiya Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Hîwa Kerkûkî ev agahî dan;”Dema ku Mihemed Newzad ji çalakiya Mertalên Zindî ya li Binarê Qendîlê vegeriya, li bajaroka Sengeserê ji aliyê asayîşê ve hate binçavkirin. Piştre jî Rênwar Elî ji bo rewşa Mihemed Newzad bizane çû asayîşê û li asayîşê ew ji hate binçavkirin. Ti hîncetek ji bo binçavkirina hevalên me nîne.”
Endamên Desteya Rêveberiya Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Hîwa Kerkûkî eşkere kir ku du rojin telefonên herdu endamên wan girtine û ti agahî ji wan nayê girtin.