ŞÊLADİZÊ – 23’yê Çileya 2019’an li Dêralokê û bajaroka Hêtûtê 4 welatî di encama balafirên şer yên Tirk de şehîd bûn û berê wê jî bi navber gelek caran komkujî li herêmê pêkhatin. Li dijî komkujî û qirkirina gelê herêmê şêniyên herêmê çalakiya nerazîbûnê lidarxistin. Paşê hêrsa gel veguherî raperîna li dijî baregehên Tirkiyê. Gelê Şêladizê 26’ê Çileyê bi ser baregeha leşkerên Tirk ya Sîrê de girtin û nerazîbûn nîşana hebûna leşkerên Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê dan. Leşkerên Tirk gule li xwepêşanderan barandin û di encamê de zarokek û kesek bi temen şehîd bûn.
Piştî wê rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê lêborîn ji Tirkiye xwestin û diyar kirin ku wê kesên ku tevlî xwepêşandanê bûne anjî piştgirî dane werin cezakirin. Piştî daxuyaniya rayedarên PDK’ê û hikûmetê yekser pêla girtin û binçavkirinê destpê kir. Zêdeyî 80’ê kes hatin binçavkirin û birin asayîşa girtîgeha Duhokê. Her wiha li Duhokê jî welatî xwestin bi xwepêşandanê piştgirî bidin gelê Şêladizê, beriya ku bi encam bibe hemû xwepêşander hatin binçavkrin.
Li ser nerazîbûnên raya giştî ya Kurdistanê û piştgiriya ji bo gelê Şêladizê dadgeha Duhokê bi neçarî gelek kesan serbest berda. Lê beşek ji kesên binçavkirî jî heya dadgeha wan çêbibe bi wekalet serbest berdabû.
Li gorî agahiyên ku bidestketiye wê îro saet 09.00 13 kesên bi sedema li dijî komkujî û dagirkeriya Tirk derketine, li dadgeha bajaroka Dêralokê bên darizandin. Wê 4 parêzer li dadgehê welatiyan biparêzin.
Li gorî zanyariyan tê pêşbînkirin ku cezayê girtîgehê û cezayê pere li wan were birrîn.
Kesên bên darizandin jî berê niha diyarkiribûn wan tiştek şaş nekirine û erka xwe ya netewî û însanî pêkaniye.