STENBOL – Di daxuyaniya ‘Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Xelîl Jêhat’ de ya li malpera bi navê Raperîna Gel hate weşandin, komê berpirsyariya çalakiya sabotajê ya li Meydana Sûltan Ahmet û çalakiya li dijî lûleya gaza xwezayî li xwe girt.
Li gorî daxuyaniyê 12’ê Hezîranê saet 14:00 li Meydana Sûltan Ahmet ku yek ji navendên tûrîzmê yên dewleta Tirk e çalakiyeke sabotajê hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Qada çalakiyê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin, der barê encamên çalakiyê de agahî nehatin wergirtin.”
Komê diyar kir, êvara 21’ê Hezîranê kepçeyeke ku di karê avakirina lûleya gaza xwezayî de ya li Stenbolê dixebitî hate şewitandin û ragihand, “Kepçeya ku demeke dirêj şewitî welê lê hat ku nema karibe bê xebitandin.”
Komê her wiha diyar kir ku hatineyên tûrîzmê ji bo dewleta Tirk a dagirker dibe bombe û li cografya Kurdistanê dibare, lewma wê navendên tûrîzmê her tim di hedef wan de bin.