DERSIM – Li gundê Yaylagunu yê girêdayî Pulurê ya Dersimê Engîn Eroglu (28) yê li ber pez bû ji 15 hezîranê vir ve windabû. Cenazeyê Eroglu yê otobus lê qelibîye û wî pekandibû Çemê Munzurê di dawiya xebata bi rojan de hat dîtin. Ji gellek bajaran ekîbên rizgariyê û lêgerînê hatibûn û xebatek zêde birêve birin. Ekîban cenazeyê Eroglu li cihek 8 kîlo metre dûrî cihê ku otobus lê qelibiye li mewkiya Torunoba ya girêdayî Pulurê hat dîtin.
Cenazeyê Eroglu li cihê hat dîtin wergirtin û ji bo otopsiyê dê bibin Dersimê.