ENQERE – Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqereyê xwest li dijî êrîşên li ser rêveberên partiyê û Hevşaredarên Giyadînê Evren Demîr û Betul Yaşar, li ber avahiya HDP’ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Polîsan êrîşî rêveber û hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê kirin. Di dema hat xwestin ku daxuyanî bê dayin polîsan rêveber û hevserokên Rêxistina HDP’ê xwestin bixin hundirê avahiyê.
Rêveberên HDP’ê bertek nîşanî polîsan dan û gotin:”Nebin polîsên AKP’ê, hûn ê jî rojekê bên darizandin. Em li vir ji bo hemû neteweyan têkoşînê didin.”
HDP’iyan cara duyemîn xwestin daxuyanî bidin, lê polîsan dîsa destûr neda. Hevseroka HDP’ê ya Enqerê Zeyno Bayram bertek nîşanî polîsan da û got: “Ger hûnê min destgîr bikin, werin min bigirin. Hûn nikarin mafê me ji me bigirin.” Hevserokê din Huseyîn Gevher jî got; “Hevşarêderên me ne bi tenê ne. Gelê Giyadinê ne bi tenê ye.”
Daxuyaniya ku polîsan destûr nedan wiha ye: “Em êrîşa li ser hevserokên Şaredariya Diyadînê şermezar dikin. Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê li 26 şaredariyên me cîhaza x-ray hatiye bicihkirin û xizmetên şaredariyê tê xwestin ku bê astengkirin. Welatiyê bi navê Mehmet Hayrî Dûrmûş dema ku xwestiye têkeve şaredariyê bi êrîşa polîsan rû bi rû hatiye hiştin. Li ser vê yekê Hevşaredarên Şaredariya Diyadînê Evren Demîr, Betul Yaşar ketine navberê û ew jî bi êrîşa polîsan rû bi rû mane. Piştî bûyerê bi sedan polîs bi copên xwe ketine şaredariyê û îradeya gelê Diyadînê xesp kirine. Ji bo ev êrîş bê veşartin polîsan dîmenên kamerayên şaredariyê desteser kirine. Em vê bûyerê dîsa şermezar dikin û em dibêjin tu kes nikare îradeya gel xesp bike.”