BRADOST – Endamên Ciwanên Welatparez û Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî êrîşên dagirker ên dewleta tirk destpêkê li Qendîlê piştre li Bradostê çalakiya xwe ya Mertalên Zindî dadestpê kirin. Çalakiya Mertalên Zindî ya li Bînarê Qendîl di roja 20’emîn û ya li Bradostê di roja 10’emîm de didome.
Endama Jinên Ciwan ên Têkoşer Nêrgiz Faraşîn û çalakvana Mertalên Zindî ya li Bradost bang li ciwanan kir ku li nirxên xwe û hebûna xwe xwedî derkevin û beşdarî çalakiyê bibin.
Nêrgiz Faraşîn di axaftina xwe de wiha berdewam kir:
“Îro dijmin êrîşî nirxên me, hebûna me û îradeya me dike. Em bang li hemû ciwanan dikin ku li dijî dagirkeriyê û êrîşan bibe Mertalên Zindî. Dijmin bi her şewazî dixwaze, axa me, welatê me û gelê me dagir bike. Ciwan Kurd pêwîste li dijî vê helwesta dijmin rabe û dagirkeriyê li ser axa xwe qebûl neke. Ger îro ewqas êrîş li ser nirxên me û hebûna me hebe, pêwîste em bibin mertal û hebûna xwe biparêzin. Em dîsa bang li hemû Ciwanan dikin ku beşdarî çalakiya Mertalên Zindî li Bradostê û Qendîlê bibin.”