NAVENDA NÛÇEYAN – HRE li ser çalakiyên li Ezaz, Mare û Efrînê daxuyaniyek nivîskî da. HRE ragihand ku di çalakiyan de herî kêm 5 leşerên Tirk û çeteyên girêdayî wê hatine kuştin.
HRE li ser çalakiyan ev agahî parve kir: “Di çarçoveya rêzeçalakiyên hêzên me yên li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku li herêma Efrîn û derdora wê hatiye li dar xistinde;
29 Hezîranê, hêzên me çalakiyeke sabotajê li dijî hejmareke ji çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora bajarê Mareyê lidar xistin. Di encamê de 1 çete hat kuştin û 3 jî birîndar bûn, her weha wesayîteke leşkerî ji cûreyê Van jî hate ruxandin.
2 Tîrmehê hêzên me çalakiyek li dijî 2 nuqteyên leşker û çeteyên Tirk ên li gundê Meryemîn yê girêdayî navçeya Şera lidar xistin. Di encamê de her du noqte hatin rûxandin, 2 çete ku yek ji wan leşkereke Tirk bû û yê din çeteyê (Liwa El Şimal) bû hatin kuştin, her weha 2 leşkerên Tirk jî birîndar bûn.
2 Tîrmehê, hêzên me kemînek li derdora gundê Kefer Xaşir yê girêdayî bajarê Ezazê danîn û komeke çete ji koma (Liwa El Şimal) kirin armanc. Di encamê de şer di navbera şervanên me û koma çete de rû da, bi qasî ku hat tekez kirin 2 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Di dema şer de, komeke çete ku dixwest piştgirtiya çeteyan bike bûn hedeva şervanên me û mayînek bi wesayîta wanve hat teqandin, di encamê de 7 çete birîndar bûn ku di nav wan de çeteyên birîna wan giran jî hebû, her wiha wesayîteke leşkerî jî hat ruxandin.
Di dîroka 2 Tîrmehê de, di navbera hêzên me û komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora bajarê Mareyê şer rû da, lê encam ne hat zelal kirin.”