KOCAELÎ – Îrfan Kiliç ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Kandira dawî li jiyana xwe anî, di nişeya li paş xwe hişt de wiha got: “Ez dewleta Tirk a dagirker û îxaneta KDP’ê şermezar dikim. Ez tecrîda li ser Rêbertiyê şermezar dikim.”
Cenazeyê Îrfan Kiliç ê li navçeya Bongilan a Çewlîgê di sala 1987’an de hat din û duh li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Kandira ya li Kocaeliyê dawî li jiyana xwe anî, ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edelî (ATK) ya Kocaeliyê. Cenaze piştî otopsiyê dê îro bibin Xerpetê. Malbata Kiliç, dê cenazeyê Kiliç li navçeya Bongilan a Çewlîgê defin bike.
DIRÛŞME BERZ KIR, NIŞE LI PAŞ XWE HIŞT
Detayên derbarê Kiliç ê jiyana xwe ji dest da, yek bi yek derdikevin holê. Hat diyar kirin ku Kiliç duh serê sibê saet 09.00’an, di dema hevalên wî yên qawîşê çûn qada sporê de, dawî li jiyana xwe anî. Derket holê ku Kiliç di dema çalakî pêk anî de, dirûşme berz kirine û nişeya nivîsandibû davêje hewşa qawişa kêleka xwe. Kiliç di nişeya avêt hewşa qawîşa li kêleka xwe de, wiha got: “Ez dewleta Tirk a dagirker û îxaneta KDP’ê şermezar dikim. Ez mertalên zindî yên Başûr silav dikim. Hûn ne bi tenê ne, vaye dengek jî ji Çewlîgê… Ez tecrîda li ser Rêbertiyê şermezar dikim.”