NAVENDA NÛÇEYAN – Di 14’ê Hezîranê de li Konya nêzî 500 donim erdê genim, minibusek û makîneyek çinînê şewitîn. Wan şewatana Yekîneyên Tolhildana Şehîd Murad Amed bi daxuyaniyekê girt ser xwe.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Konya Cihanbeyli nêzî 500 donim zevî, minibusek û makîneyek çinînê yên aîdî şirketek faşîst ya girêdayî Akp’ê hatine şewitandin. Yekîneyên Tolhildana Şehîd Murad Amed bi daxuyaniyê de got ku wan çalakî lidar xistiye û di encamê de 500 donim zevî, minibusek û makîneyek çinînê yên dijmin hatine şewitandin.