AMED – Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, ji bo meşa dê di 8’ê Tîrmehê de bi dirûşmeya “Ji Şer re Na, bi Siyaseta Demokratîk ji Çareseriyê re Erê ” bê lidarxistin ji bo beşdarbûyînê bang kir.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo meşa dê di 8’ê Tîrmehê de bi dirûşmeya “Ji Şer re Na, bi Siyaseta Demokratîk ji Çareseriyê re Erê” bê lidarxistin li Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê li ber Palzaya AZC’ê li hev kom bû û paşê li Kueya Hunerê meşek li darxist. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Parlementerên HDP’ê Salîha Aydenîz, Dersîm Dag, Semra Guzel, Mûsa Farîsogullari, endam û rêveberên HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Dayikên Aşitiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Ciwanan a HDP’ê tev li daxuyaniyê bûn.
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan der barê meşa ku dê di 8’ê Tîrmehê de bê lidarxistin got: “Em ê li hember şer bêjin aşitî, li hember bêedaletiyê bêjin demokrasî, li hember bêçareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê em ê di siyaseta demokratîk de israr kirin.” Ceylan diyar kir ku ji bo meşa 8’ê Tîrmehê ew ê li navçeya Peyasê bi gel, sazî û dezgehan li hev kom bibin û got: “Em ê li hember şer dengê aşitiyê biqirîn, li hember bêedaletiyê dengê edaletê biqîrin, li hember xetimandinê dengê çareseriyê biqîrin. Vê bi raya giştî re, çapemeniyê re û gelê me re hem parve bikin hem bi gelê xwe re daxuyaniyeke çapemeniyê û meşekê li dar bixin. Wê ev xebatên me li navçeyên navendê, li navçeyên me yên din berdewam bikin. Me amadekariyên xwe kirine û em ê van amadekariyên ku hatine kirin bi gel re jî parve bikin û hêdî hêdî pêk bînin.”
Piştî daxuyaniyê girse belav bû.