HESEKÊ – Nêzîkî 19’ê Tîrmehê salvegera Şoreşa Rojava em ber bi kampa Holê a ku malbatên DAÎŞ’î ku li hemberî Şoreşa Rojava têk çû ve diçin. Di demên dagirkirinê de endamên DAÎŞ’î ên ku bi malbatên xwe ve tê de bûn piştî ku têk çûn malbatên wan li kampa Holê hatibûn bi cîhkirin. Hin kes ji Ewrûpayê û hin kes jî ji Tirkiyê hatibûn. Gelek ji wan jin û zarokan niha jî di kampa Holê ya ku girêdayê bajarê Hesekê ye de dimînin.
Jinên ku gelek salin di nav DAÎŞ’ê de jiyan kiriye ji tirsa dewletên navnetewî naxwazin biaxivin. Bi hewldanên me ê ku nêzî nîv saet domiya jina DAÎŞ’î nû behsa jiyana xwe ya di nava DAÎŞ’ê kir. Lê belê bi gelemperî di axaftinên wan de em diltirsiyê fehm dikin, lewma tiştên ku jiyan kiriye zêde nabêjin.
Xwe ji kemerayê dûr dixin û li ber kemereyê pir neaxivin, lê piştî ku kemera tê girtin bi gelemberî diaxivin. Hemû tiştên ku jiyan kirine û piştguhê xwe ve avêtine dibêjin. Wisa tînin ziman ku pir hesanî sînorê Tirkiyê re derbas bûne û dibêjin ku dewlet tunebû, lê piştre dema me xwest em vegerin dewletê dîwar lêkiribû û nehîşt ku em vegerin.
Çetevanê ku em pê re diaxivin ji Enqereyê ye û navê wê jî Ayşe Yaşar e. Ayşe xwe wusa dide nasîn: “Navê min Ayşe Yaşar, ez 5 salim li virim, cara ewil di 2014’an de hatim. Em ji Enqerê derketin hatin Entebê û Em li Entebê sekinîn. Piştre erebeyekê me girt û bir. Em ketin nav zeviyekî vala û li wir peyabûn. Piştre me sînro derbaskir. Em bi hêsanî ji sînor derbasbûn. Piştî ku em ji sînor derbasbûn li çend deran sekinîn û me çend erebe guherand. Em ji sînorê Entebê derbasî bin xetê bûn û raste rast hatin Babê.”
Piştî hatina wan hevserê wê ê ku çeteyê DAÎŞ’ê bû bi qasî 10 rojan li cem wan maye û piştre jî ji bo perwerdehiya DAÎŞ’ê mehek û nîv çûye ku tevlî perwerde bibe. Di bombebaranên balafiran de dimire. Jina DAÎŞ’î wiha bûyerê tine ser ziman: “Dema ku nû hatin Hevserê min bi qasî 10 rojan li cem me ma û piştre ji bo perwerdeyê çû. Mehek û nîv nehat. Piştî ku hevserê min hat ket perwerdeyê. Dema ku ji Perwerdeyê hat 2 û 3 caran bû nobedar. Piştre ji ber ku Elektronîkvan bû ji bo alavan temîr bike birin cîhekî. 7-8 mehan li wê derê xebitî û piştre ji Babê vedigeriya Minbîçê balafiran lêda û wefatkir.”
Dema ku me berpirsiyariya jinê ya ku di nav DAÎŞ’ê de çiye dipirsiya: “Cihê jinan di nav tevgera DAÎŞ’ê de tuneye” dibersivand. Ayşe got, “Berpirsiyariya jinê tenê li benda zilamê xwe be û xwedîkirina zarokan ne.” Lê belê ew hêrsa wan a ku me di gera kampê de didît berovajê van tiştan e.
Dema ku me jê dipirsî hûn çawa ji sînor derbasbûn bersiva wê “bi hêsanî em derbasbûn lê dema ku me xwest em vegerin dîwar hatibû honandin” bû. Ji hêla qaçaxçiyan di kampa Holê re derbas dibûn û ji wan kesên ku vedigeriyan Tirkiyê re jî “kesên ku ji vir direvin û xwe disipêrin Tirkiyê tu ceza nagirin û tên berdan. Kesên ku ji vir çûne hene û 6 rojan li sînor sekinîne, piştî ku ji walî biryar derketiye ji xetê derbasbûne. Tu kesî ceza negirt û hemû vegeriyan malên xwe.”
Axaftina xwe wisa domand û rojên ku ez li En”ereyê bûm min YPG-YPJ gelek şaş dinasî, lê dema ku ez hatim vir û min ew naskirin min fehmkir ku ew tiştên ku dihatin gotin çiqas şaş û xelet bûn. Ji demên ku ji bo esîrtiyê me anîn vir bigre heya îro ji me re gelek başbûn. Tu tişt bi serê arûnamûsa me de nehat û me katibû em mafên xwe biparêzin.nMe qet wisa nezanîbû bi min ew kesên tim li serê ciyê bûn. Lê em niha di nav wan de dijîn û dibînin ku ew ne wisa ne. Em bi esaretiya xwe dikarin daxwazên xwe bibêjin. Me wisa dizanibû ku ew kesên ku ji tu tiştekî fehm nakin kom bûne. Hema ku ez bêjim kesên cahîl û nezan zarokên piçûk direvînin û dibin serê ciyê. Me tim wisa bîhîst û ji van tiştan bawerkir. Lê belê em niha dibînin ku ew tiştên ku me dizanî hemû şaş û xeletin.”
Herî dawî jina DAÎS’î daxwaza xwe ya vegere jiyana xwe ya berê û vegere Tirkiyê wiha anî ser ziman: “Ez bixwe weletiyê Tirkiyê me, divê Tirkiye min ji vir bigire. Ez naxwazim zarokên min bi vî awayî nezan û bê perwerde li vir mezin bibin. Ez dixwazim vergere jiyana xwe ya berê û vergim Tirkiyê.”
NC/Farşîn Sîdar-Firaz Çiya