NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer yên dewleta dagirker a Tirk çiyayê Sadir yê nêzî gundê Qeletukan a dikeve ser bajaroka Jarawa ya herêma Pişderê bombebaran kir.
Îro derdora saet 10.30’an de balafirên şer yên dewleta dagirker a Tirk çiyayê Sadir yê nêzî gundê Qeletûkan li herêma Pişder ya dikeve ser bajaroka Jarawa bombebaran kir.
Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, balafirên şer nêzî 30 deqîqe herêmê bombebaran kiriye.
Têkildarî zirer û ziyanên madî û manewî ti zanyariyek bidest neketiye.
Jarawa girêdayî Îdareya Raperîn e.