WAN – Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) li gundên Aşkan, Avan, Axçûrî û Silîla yên navçeya Payîzava ya Wanê, dest bi operasyona leşkerî kir.
Hat diyar kirin ku gelek leşker beşdarî operasyonê bûne û li Zozanên Feraşînê yekîneyên leşkerî derketine operasyonê. Li aliyê din hat destnîşankirin ku leşkerên li qereqola Qesîrkê, li ser rêya taxên herêmê rawestiyane, wesayîtan kontrol dikin û welatiyên dixwazin biçin gundan demek dirêj radiwestînin û pirsa erzaqên ji bo xwe kirî “Hûnê bi ku ve bibin” ji wan dikin.