NAVENDA NÛÇEYAN – Duh li gundê geştiyarî Dokuzçam a nacvçeya Erbaa ya Toktaê şewat derketibû û herêmeke berfireh şewitîbû. Milîsên Tolhildanê ya Yekbûyî ya Gelan (HBİM) çalakî li xwe girt.
HBİM’ê bi daxuyaniyeke nivîskî çalakiya sabotajê li xwe girt û diyar kir ku dewleta Tirk bi dahata ji geştiyarê çiyayên Kurdistanê dişewitîne û zilmê li gel dike. HBİM’ê ragihand ku sektora tûrîzmê ku çavkaniyên dahata desthilatdariya ku di şer de îsrar dike di hedefa wan de ye û got; “Li çiyayên Kurdistanê ku komkujiya xwezayê tê kirin yên li qesrê dijîn wê bi bandorî mîsîllemeya komkujiyan bijîn.”
Di daxuyaniyê de bang li tûrîstan hate kirin ku herêm ne bi ewlehey û wiha hate gotin; “Neyên herêmên ku bûne navendên dahata bloka faşîst. Li dijî bloka faşîst AKP-MPH’ê ku welatên we piştgiriya wê dikin bêdeng nemînin û îtiraz bikin.”
HBİM’ê çalakiya sabotajê ya 29’ê Hezîranê (Şemî) ya li dijî daneyên televîzyonê ya li Girê Lîman a herêma Plamutbuku ya navçeya Datça a Mûglayê û çalakiya sabotajê ya 2’ê Tîrmehê (Sêşem) li dijî Otela Grand Efe û otelên derdora wê ya Îzmîrê li xwe girtibû.