ŞÊLADIZÊ – Di derdora 20 pêşmergeyên dêrîn ku ji eşîra Rêkaniyane, bi fermana kurê Mesûd Barzanî, Mistefa Barzanî 20 roje li Sîrê, Dêralok û Şêladizê hatine binçavkirin. Yên niha li ser kar jî di nav de hene nêzî 20 roje ji ber sedemeke ne diyar li Şêladizê, Dêralok û Sîrê hatine binçavkirin.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, 20 pêşmergeyên dêrîn ku pêşmergeyên niha li ser wezîfe jî di nava wan de ne bi fermana berpirsê herêma Barzan ku kurê serokê PDK’ê Mesûd Barzanî Mistefa Barzaniye li Şêladizê û Sîrê hatine binçavkirin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin heya beriya niha çend rojan jî agahî ji pêşmergeyan ne dihate girtin, lê beriya niha çend rojan malbatên wan hatine agahdarkirin û gotine, dibin çavan de ne pirsa wan nekin.
Çavkaniyên herêmî navê çend pêşmergeyên bi fermana Mistefa Barzanî hatine binçavkirin ji me re şandin, lê ji bo ewlekariya wan navê wan li gel ajansa me parastiye. Têgotin pêşmergeyên dêrîn ên hatine girtin ji eşîra Rêkaniyanin.
Têkildarî sedema binçavkirina pêşmergeyan ti zanyariyek bidest neketiye.
Li gorî heman çavkaniyan ji dema xwepêşandan û raperîna Şêladizê ve zextên PDK’ê li ser welatiyên ji eşîra Rêkaniyan a li herêma Amediyê zê de bûne û timî li rastê gef û zextên asayîşa herêmê tên.
Hêjayî bibîrxistinêye berê niha demekî di bernameya televîzyoneke PDK’ê de hakaret li eşîra Rêkaniyan hatibû kirin û ji wan gotibûn, çetene. Li ser vê yekê Rêkanî jî ser televîzyonê de girtibûn û nerazîbûn nîşan dabûn.