RIHA – Navenda Mafê Mirovan a Baroya Rihayê li ser medya civakî, bi hastaga “#BirÇocuk12GünGözaltındaKalamaz-UrfadaKanunRafta” ji bo N.ZA. (15) ku li Rihaye bi malbata xwe re 12 roj in di bin çavan de ye, kampanya da destpêkirin.
Di 27’ê Hezîranê de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, polisên dagirker bi ser mala Endama Meclisa Şaredariya Serêkaniyê Dîlan Anlay de girtibûn û Ablay, dayika wê Sevîm, bavê wê Mûhlîs, birayên wê Baran û N.Z.A. (15) û Mehmet Sadik Şîmşek, Kays Işik û Bûrhan Acar binçav kiribûn. Dozgeriyê 2 caran dema binçavkirinê dirêj kir. 7 kes li Miduriyeta Polisan a Rihayê û N.Z.A jî li şaxa zarokan tê girtin. 8 kesên ku îro 10 rojin di binçavan de ne dê heta 2 rojên din jî di bin çanvan de bimînin.
N.Z.A. ji ber ku bi malbata xwe re hatiye binçavkirin di hêla derûniyê ve nerehete û bi dermanên depresyonê dikare razê. Parêzerên malbatê diyar kirin ku li gel ku vê rewşê ji dozgeriyê re ragihandine jî dozgeriyê tu gav neavêtiye û daxwaza malbatê ya ji bo vê yekê jî paşguh kir û bi malbatê re biryara dirêjkirina binçavkirina wê jî da. Parêzeran da zanîn ku hewldanên wan ên ji bo berdana N.Z.A jî bê bersiv mane.
KAMPANYA HAT DESTPÊKIRIN
Ji aliyê Navenda Mafê Mirovan a Baroya Rihayê ve li ser medya civakî ji bo bidawîbûna mexdûriyeta N.Z.A bi hastaga “BirÇocuk12GünGözaltındaKalamaz-UrfadaKanunRafta” kampanya hat destpêkirin. Ji parêzerên Baroya Rihayê Sevda Çelîk Ozbîngol li ser hesabê xwe ya medya civakî têkildarî mijarê parvekirinekî bi rengî kir: “Kirariya dirêjkirina dema binçavkirinê kirariya jêpirsînê ye. Dadgeran qanûna bin pê kirine û bê parêzer zarokekî kirine jêpirsînê û darizandine. Di rewşeke wiha de dê kî ji ewlehiyê re bibêjê qanûnan pêk bîne.”