KOBANÊ – Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê li bajarê Kobanê pirtûkxaneya bi navê şehîdên Berxwedana Kobanê û parkek bi navê Ronî War li bajarê Kobanê vekir. Ev gav ji bo perwerdekirina civakê û belavkirina çanda xwendinê hate avêtin.
Di merasîma vekirinê de dehan şêniyên kantona Kobanê amade bûn.
Merasîma di hundirê parka pirtûkxaneyê de hate lidar xistin. Di merasîmê de cîgirê Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Mihemed Îsa axivî.
Îsa bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: “Tevî rewşên binpênkirina mafan, kuştina zarokan û şewtandina biharê ji kûka jiyanê ku di ser herêmê re derbas bûn, îradeya gel û hezkirina wê ji jiyanê re ji her tiştî bihêztir bû.”
Îsa anî ziman ku armanca vekirina park û pirtûkxaneyê çanda xwendinê û pêşxistina asta çandî li herêmê belav bikin.
Di dawiya merasîman de, deriyê pirtûkxaneyê hate vekirin û şênî lê geriyan.
Di pirtûkxaneyê de sedan pirtukên cur be cur mîna çîrok, roman û helbestan bi zimanê Kurdî, Erebî û Latînî hene.