NAVENDA NÛÇEYAN – Operasyone ku li Xakurkê hatiye destpê kirin qaşo bi navê “Pençe (Lep)” encame wê heta niha gelek leşkerên dagirker ên mirî ku TSK ji raya giştî vedişêre û di navxweyî jî bi operasyonê “Ankesör (peredank)” berbi tunebûnê ve diçe.
Li Xakurkê operasyona ku qaşo bi navê pençe hatiye destpê kirin heta niha bu sedem ku gelek leşkerên tirk bên kuştin û ji milê artêşa tirk TSK ve ev kuştî 1% jî naye eşkere kirin. Li Stenbolê, Îzmîr, Konya û Kocaelî di çarçoveya lêpirsinê navendî de heta niha li 15 bajaran operasyonê navxweyî hatine pêk anîn. Di derheqê 137 kesan tê îddakirin ku ew endamê cemaatê ne û ji ber vê hatine binçavkirin.
Ji navenda lêpirsinê ya Stenbolê derheqê 40 kesên bi guman ku leşkerên bi muzawaf jî di nav dene ji bo bê girtin li 15 navçeyan fermana binçavkirine hatiye dayin.
Di daxuyaniya Daîreya Karûbarê Giştî ya Stenbolê tê gotin ku ev kesên bi guman di salên navbera 2012 heta 2016’an ji raya giştî re vekirî û ji hev qutin di karsaziyên wek market/firoşgeha xwarina/dîkana alavên nivîsandinê/loqente bi maddiyatê têkilî peyda kirine û bi xetên ne sabît bi personelê leşkerî re yê ew jê bepirsyar ketine nava têkiliyê. Ji navenda lêpirsinê ya Îzmîrê li 18 navçeya derheqê 28 muzawafa û 42 kesên bi guman biryara girtine hatiye stendin. Ji wan kesên bi guman heta niha 26 hatine binçavkirin.
JI ÎZMÎRÊ HETA WANÊ
Wezaretê Polîsê Îzmîrê bi ekîbên xwe vê sibehê ji navenda lêpirsinê ya Îzmîrê de û nav de li Stenbolê Enqere, Bûrsa, Kayserî, Balikesir Kutahya, Mêrdîn, Yalova, Çorum, Mugla, Amasya, Mereş, Eskişehir, Hatay û Wanê ji bo gumanbar bên girtin operasyon daye destpê kirin. Di vê çarçoveyê de hêzên Erd, Ezman û deryayî û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê di nav wan de 1 serpel, 1 serbaz, 4 berbaz, 2 berbazê teqawît, 1 berbazek ku hevpeymana wî hatiye bidawîkirin, 1 çawişê pispor ê teqawît û 4 xwendekarên ku têkiliya wan bi dibistanê leşkerî vê hatiye qutkirin û 42 kesên bi guman ji bo bên binçavkirin biryar derketiye.
Ji navenda lêpirsinê ya Konyayê di nav de kesên muzawafa jî di derheqê 40 kesên bi guman biryara girtinê hatiye stendin. Ji bergumanan 15 hatine binçavkirin.
7 JÊ XWENDEKARÊN LEŞKERÎ BÛN
Di çarçoveya lêpirsinê 6 jê muzawafa di derheqê 15 kesên bi guman biryara girtine hatiye girtin. Di derheqê 8 kesên bi guman ku biryara girtine hatiye stendin 6 jê muzawaf, 2 jê leşkerên ku hatine derxistin, 7 jê xwendekarên dibistana leşkerî yên berê ne.