HANNOVER – Li bajarê Elmanyayê Hannoverê li qada Steintor-Platz ku Ciwanê Kurd bi navê Halîm Dener bi guleya polîsên elman hate qetilkirin bi çalakiyekê hate bibîranîn. Halîm Dener beriya 25 salan di 30’ê Hezîranê de dema ku afîşa ERNK’ê dadiliqand hatibû qetilkirin. Dewleta Elman berî salekê di sala 1993’an de PKK qedexe kiribû. Halîm Dener bû qurbanê destpêkê yê qedexeyê. Kujerê Halîm Dener ji milê dewleta Elman ve hate parastin û ceza negirt.
Çalakiya bîranînê ku ji milê Kampayaya Halîm Dener ve hate organize kirin, di pêşengtiya Ciwanên Kurd û Enternasyonal li meydana Steintor li devera ku Dener lê hate qetilkirin destpê kir û bi meşekê heta navenda bajar berdewam kir.
Di meşê de dirûşmeyên wek “Halîm Dener, ev kuştinbû” û “Polîsên Elman faşîstan diparêze” hatin berzkirin. Ji bo bîranîna Halîm Dener li cihê bûyerê pankartek hate daliqandin. Her wiha çalakvanan gulan danin cihê ku Halîm Dener hate qetilkirin. Çalakiya bîranînê bi miting û axaftinên saziyan bidawî bû.