BERLÎN – Di 25’emîn salverga qetilkirina Ciwanê Kurd bi navê Halîm Dener ku li Hannoverê bi fîşeka polîsekî elman hatibû qetilkirin, ji milê Ciwanên Kurd û Ciwanên Enternasyonalîst li Berlînê bi çalakiyan ve hate bibîr anîn.
Ciwanan li ser pirekê pankartek daliqandin û posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan vekirin. Ciwanan di çalakiyê de fîşekên hewayî teqandin û sloganên wek “Bijî Serok APO” û “PKK Gele, Gel li vir e” berzkirin.