NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî Malpera Kolbernews li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê duh zaroka bi navê Şîwa Şeban (16) salî dawî li jiyana xwe anî. Lê sedema ku xwe xeniqandiye nehatiye eşkere kirin.
Li gorî civaknasiyê xwekuştina ciwanên jêr 18 saliyê ji ber rewşa xirab a civakane. Li Rojhilatê Kurdistanê jî ji ber xerabbûna rewşa siyasî û aborî her ku diçe bûyerên wiha zêde dibin. Rejîma Îranê jî pirsgirêkên ku hene çareser nake.