BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BİM) bi daxuyaniyeke nivîskî agahiyên têkildarî nasnameyên 3 gerîlayên ku 22’ê Hezîrana 2019’an di bomberana artêşa Tirk a dagirker a nêzî gundê Qencas a navçeya Tetwan a Bedlîsê de şehîd bûbûn, parve kir.
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;
“Di daxuyaniya xwe ya 26’ê Hezîranê de me ragihandibû ku, roja 22’ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li nêzî gundê Qencas a navçeya Tatwan a Bedlîsê operasyon dabû destpêkirin û di êrîşa hewayî de 3 hevrêyên me şehîd bûbûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevreyên me yên şehîd Destan (Mehmet Sadik Îlçîn(, Ferman (Yûnûs Seymen) û Mervan (Ferhat Odumlu) wiha ye;
Nasnav: Destan Koçer Nav û Paşnav: Mehmet Siddik Îlçîn Cihê Jidayikbûnê: Şirnex Navê Dayik – Bavı: Fatma – Mahmût Cih û Demê Şehadetê: Bedlîs / 22’ê Hezîrana 2019’an |
Desta – Mehmet Siddik Îlçîn
Nasnav: Ferman Tolhildan Nav û Paşnav: Yûnûs Seymen Cihê Jidayikbûnê: Stenbol Navê Dayik – Bavı: Lelîhan – Aladdîn Cih û Demê Şehadetê: Bedlîs / 22’ê Hezîrana 2019’an |
Ferman – Yûnûs Seymen
Nasnav: Mervan Kûrsinç Nav û Paşnav: Ferhat Odummlu Cihê Jidayikbûnê: Sêrt Navê Dayik – Bavı: Antîka – Mehmet Cih û Demê Şehadetê: Bedlîs / 22’ê Hezîrana 2019’an |
Mervan – Ferhat Odumlu
DESTAN KOÇER
Hevrêyê me Destan Koçer sala 1996’an li navçeya Hezex a Şirnexê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrê me Destan ku li gund jidayikbû û mezin bû çanda xwe ya resen winda nekir û hertim parast. Hevrê Destan ku bû şahidê êrîşên dewleta TC’ê ya faşîst ên li ji bo tinekirina dîrok û çanda Kurd, zilma li dijî gelê Kurd qebûl nekir û sala 2015’an beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrê Destan ku li gorî jiyana gerîlatiyê tevgeriya, hemû erk û berpisyariyên xwe bêyî kêmahî bicih anî. Hevrê Destan bi moral û sekna xwe ya di jiyanê de enerjî daye hemû hevrêyên xwe û bi têkoşîna xwe ya li dijî dijmin bû hevrêyekî me yê mînak.
FERMAN TOLHILDAN
Hevrêyê me Ferman Tolhildan sala 1991’ê li Stenbolê ji dayik bû. Di rewşekê de ku sîstema dijmin her dever talan dikir û mirov bênasname dihişt, hevrê Ferman nasnameya xwe parast û li dijî dagirkeran berê xwe da nava tevgera azadiyê. Hevrê Ferman fêhm dike ku wê êdî nebe çerxeke sîstema kapîtalîst û yekane rêya rizgariyê afirandina azadiya rasteqîn e û sala 2014’an tevlî nava refên gerîla dibe. Li Garzanê tevlî nav refên gerîla dibe û li vê qada ku dijmin giraniyê dide ser wezîfeyên girîng pêk anî û li dijî dijmin timî têkoşiya. Bi kedkarî û fedakariya xwe dihate naskirin. Heta kêliya ku şehîd bibe bi gelê Kurd û Rêberê xwe ve girêdayî bû.
MERVAN KÛRSINÇ
Hevrêyê me Mervan Kûrsinç li nava derdoreke welatparêz a li Sêrtê ji dayik bû û mezin bû. Di temenê zarokatiyê de rastiya dijmin nas kir û bi ciwantî û wêrekiya xwe ji bo azadiya gelê Kurd sala 2014’an tevlî nava refên azadiyê bû. Hevrê Mervan ji roja ku tevlî bû û pê ve bi tevlîbûna xwe ya mert û bêguman bala hevalên xwe kişand ser xwe. Hevrê Mervan bi fedakarî, biryardarî û girêdana xwe ya bi Rêbertî re bandor li hevrêyên xwe hemûyan kir û bi felsefeya Rêbertî xwe kir gerîlayekî şareza. Li her qada lê ma bi xwest wezîfe pêk anî û bi rengekî mînak tevlî bû.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûn Destan (Mehmet Sadik Îlçîn), Ferman (Yûnûs Seymen) û Mervan (Ferhat Odumlu) em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku em ê ala têkoşînê ya şehîdên xwe bi ser bixînin.”