BRADOST – Çalakiya Mertalên Zindî ya Ciwanên Başûrê Kurdistanê li herêma Bradost û Bînarê Qendîlê didome. Di roja 14’emîn ya çalakiya Mertalên Zindî li Bradostê gelê herêmê çûn serdana çalakvanan. Di serdanê de miting hate lidar xistin.
Endamê Ciwanên Welatparêz di destpê ka mitingê de bixêrhatina welatiyan kir û bal kişand ser giringiya berxwedana li dijî dagirkeriyê.
Di berdewama mitinge de endama RJAK Hira Bradost axivî û got gelê Bradost gelekî berxwedêrê û tucarî hemberî dagirkeriyê serî nedayine û axa xwe bernedaye. Hira Bradost bal kişand ser pilanên qirêj yê dagirkean û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker bi avakirina grubên çete wek DAIŞ dixwaze Başûrê Kurdistan dagir bike. Daxwaza wan ew çawa Efrînê dagir kir dixwaze wiha Bradost heta Diyana jî dagir bike. Hikumeta herêmê û hêzên veşartî xwe firoştine, ger em îro dengê xwe dernexin wê sibe pir dereng be. Bi hezaran çeteyên DAIŞ hin di destê Erdoğan de ye. Keç û xortên Kurdan bi qehremanî gelek çete kuştin lê hin jî di destê Erdoğan de mane. Îro dewleta dagirker a tirk ne ji bo gerîlla hatiye Xakurkê, ji bo we hatiye ji bo axa pîroz dagir bike hatiye. Cihê ku dîrok lê hatiye nivîsandin dixwaze vî cihî têk bibe.
Li ser navê êşîrên herêma Bradost Sait Hesen jî axivî û got: “Em li dijî tu dewletan nine, dewlet li dijî me şer dikin. Dagirkeran derfetên jiyankirine ji me re nehiştiye. Em bang li hikumeta herêmê dikin ku bêdengiya xwe bişkine, em Kurd hemû xwişk û bira ne. Ez bang li êşîretên herêma Bradost dikim, bila werin em bihev re li dijî van êrîşan dengê xwe derxin, em êrîşên dewletan qebûl nekin û li dijî vê derkevin.”