MEXMÛR – Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûsten Cûdî (Mexmûr) Koordînasyona Komalên Ciwan Alî Oncu (Baran Mawa) ku 7’ê Tîrmeha 2018’an li Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê bi bîr anî.
Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûsten Cûdî (Mexmûr) endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Alî Oncu (Baran Mawa) ku 7’ê Tîrmeha 2018’an li Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû, bi mersîmekê hat bi bîranîn. Beriya ku merasîma bîranînê destpêbike, di kesayeta şehîd Baran Mawa de ji bo tevayî şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser girîngiya rojê endamê Komeleya Ciwanan Leheng Mawa axivî.
Leheng Mawa balkêşa ser têkoşîn û qehremaniya şehîd Baran Mawa û wiha pêde çû: “Dema tê gotin şehîd, bi rastî jî di nava Partiya Karkerên Kurdistan de tişta herî giran biha şehidin. Ti deman weke îro şehîd nehatine bi bîranîn û nehatiye manedayîn, şehîd weke manewyatên pir girîng û pir mezinin. Îro dijmin bi awayekî herî giran êrîşî li ser me dike, çi li Başûr, li Bakûr, Rojava û çi ji li Rojhilat be li hemû parçeyên ku Kurd lêne û ji bo azadiya xwe tekoşinê di meşîne dijmin êrîş dibe ser. Bêguman di vê pêvajoya giran de ya ku herî zêde hêz dide me û ya herî me hêvîdar dike, hêviya ji nûve şîn dike, pîvanên ku şehîdan dane pêşiya me ye.”
Herî dawî Leheng Mawa got: “Dema em behsa şehîd Baran dikin em vê dibînîn bi rastî jî ji dema tevilbûne heta dawiya dawî kêlî bi kêlî PKK jiyan kiriye û kesayeta PKK’yibûnê di xwe de avakirine û bûne fermandarên herî mezin û pêşenktî di tekoşîna gelê me de kirine.”
Piştî axaftinê sînevîzyona ku li ser jiyan û tekoşîna Şehîd Baran Mawa hatî amadekirin hat nişandan. Herî dawî merasîm bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo, Şehîd Namirin’ bi dawî bû.