ENQERE – Xwendekarên Zanîngeha Rojhilata Navîn a Teknîkê (ODTU), bi navê Înîsiyatifa Kavaklik 55 rojin li dijî talankirina daristanê û avakirina Yurda Saziya Yurdên Krêdî (KYK) çalakiya nobetê li dar dixin. Xwendekaran li qada daristanê ku ji bo KYK’ê 49 salan krê kirine çadir vekirine û nobetê digirin. Polîsan bi ser çadirên xwendekaran de girtin û xwendekar dorpêç kirin. Polîsan zor li xwendekaran kirin ku çadirên xwe rakin. Lê xwendekaran dîsa çadiren xwe ranekirin. Piştî serdegirtina polîsan parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îzmirê Murat Çepnî li gel akademîsyenên Zanîngeha ODTU xwestin xwendekaran ziyaret bikin. Lê polîsan parlamenter û akademîsyen asteng kirin û destûr nedan ku biçin xwendekaran ziyaret bikin. Xwendekar û akademîsyenên li qadê jî li diji vê yekê dirûşmeya “Rektor îstîfa bike” berz kirin. Dorpêç û rawestîna polîsan a li dijî xwendekaran didome.
3 roj berê Rektorê ODTU Verşan Kok, bi rêya mamosteyan xwendekar hişyar kiribûn û xwestibûn ku qadê vala bikin.