SÎDEKAN – Asayîşa PDK’ê ya Sîdekanê ciwanê bi navê Eyûb Xelîl ê ji bajarê Kerkûkê ku li Biradostê tevlî çalakiya mertalên zindî bûbû binçav kir.
Li gorî agahiyeke di ajansa Nûçe Ciwan de derketiye, Eyûb Xelîl tevlî çalakiya mertalên Zindî ya herêma Biradost bibû û ji 24’ê Hezîranê ve li herêmê bûye.
Dema Eyûb xwestiye vegere Kerkûkê, li navçeya Sîdekan a Hewlêrê ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê ve tê binçavkirin.
Li gorî heman nûçeyê mertalên zindî yên li Biradost timî ji aliyê hêzên PDK’ê yên herêmê ve tên tehdîtkirin, ji bo dawî li çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeriyê bînin.