SILÊMANÎ – Gelê Silêmaniyê ji bo şehîdê xwe yê pêşeng Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) bi bîr bîne, bi pêşengiya jinan herikîn qadan û meşeke girseyî lidar xistin. Di meşê de xemgînî, hêrs û biryardariya têkoşîna li dijî dagikerî û xiyanetê li pêş bû. Girse hêrs û dilsoziya xwe bi van dirûşman vegotin, “Helmet Namire”, “KCK gele”, “Bimre Xiyanet”.
Şehîdbûna Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) bi meşeke girseyî hat bi bîr anîn û êrîşa dewleta Tirk ya bi hevkariya nokerên herêmî hate şermezarkirin.
Jinên Başûr pêşengiyê ji meşa girseyî re kirin û girseya tevlî çalakiyê bûn, xemgîniya xwe bi gotina dirûşman û cilên reş derbirîn.
Bi sedan posterên pêşeng û şoreşgerê mezin ê Başûrê Kurdistanê Diyar Xerîb di meşê de hatin rakirin. Hevalên Diyar Xerîb yên xebat û têkoşînê, siyasetmedar, çalakvanên medenî, kesên bi temen û dayîkên li gel zarokên xwe yên biçûk beşdar bûn. Welatiyên ji beşên din yên Kurdistanê jî tevlî çalakiyê bûn.
Di meşê de girse ji bo bîranîna Xerîb, strana “li Qendîlê serberzawa” bi yek dengî gotin û kêliyên hestiyar çêbûn.
Di meşê de her wiha li gel posterên Xerîb, posterên Ocalan, alên PKK û KCK’ê jî hatin hildan. Dirûşmên, “Şehîd Namire, Helmet Namire”, “KCK gele”, “Bijî Serok Apo”, “Bimre Xiyanet”, “Dagirker biçin derve” hatin gotin.
Meş ji ber mala şehîd Diyar Xerîb a li taxa Bextiyarî destpêkir heya Mizgefta Ahesûr ku taziye lê hatiye danîn dewam kir.
Girseya tevlî meşêbûbûn li mizgeftê sersaxî ji malbatê re xwestin û wê taziye heya saet 16.00’ê êvarê werin qebûl kirin.
Ji beşên cûda yên civaka Başûrê Kurdistanê, malbata ciwanê Kurd yê ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin Ramîn Hisên Penahî û gelek welatî û siyasetmedar ji bo sersaxiyê diçin mizgeftê.
Sersaxî wê sibe jî li Mizgefta Ahesûr ya li tenişt City Center a li ser cadeya 60 mtr dewam bike. Piştre jî wê sersaxî li mala şehîd Diyar Xerîb bên qebûl kirin.