NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçeyeke malpera Lêkolîn.org’ê ku xwe dispêre çavkaniyên herêmî, Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) û hevalên wî li ser agahiya ku endamên îstîxbarata PDK’ê ‘Parastin’ daye MİT’a Tirk hatiye şehîd xistin.
Malpera Lêkolîn.org têkildarî şehîdkirina Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) agahî û îddiayeke girîng parve kir.
Lêkolîn.org xwedispêre zanyariyên çavkaniyên herêmî û îddîa dike ku Diyar Xerîb û hevalên wî, li ser zanyariya endamên herêmî yên Parastinê (îstîxbarata PDK’ê) dane MİT’a Tirk hatine şehîd xistin.
Li gorî nûçeya Lêkolîn.org’ê, Diyar Xerîb dema 5’ê Tîrmehê li ser dagirkeriya Tirk û girîngiya yekîtiya netewî civîn ji gelê herêmê re li Binarê Qendîlê çêdike, di nava kesên tevlî civînê bûne de endamên Parastina PDK’ê hebûne û piştî Diyar Xerîb û hevalên wî ji cihê civînê dûr ketine, wesayîta wan ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatiye hedef girtin û di encamê de Xerîb û du hevalên xwe şehîd bûne.
Li gorî îddiyê ku xwe dispêre çavkaniyên herêmî yên Lêkolîn.org’ê şandeyek PDK’ê xwestine hevdîtin bikin, ji ber wê piştî civînê Diyar Xerîb berbi cihê ku şandeya PDK’ê lê diman ve dema dikeve hereketê tê hedef girtin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirine ku Xerîb di civînê de gotiye, bêşansiye ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê PKK’ê weke sedema qetilkirina sivîlan dide nîşan û êrîşên Tirkiyê rewa dike û ji ber vê di civînê de gotiye, wê vê mijarê li gel rayedarên Başûr guftûgo bikin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirine ku navê endamên Parastin ên li herêmê kar dikin û zanyarî dane MİT’a Tirk dizanin, lê niha naxwazin navê wan eşkere bikin.
Balkêşe ku beriya KCK têkildarî şehîdbûna Diyar Xerîb û hevalên wî daxuyanî bide, Ajansa fermî ya dewleta Tirk A.A û televîzyona ser bi PDK’ê Rûdaw weke nûçeya lezgîn ragihandin ku Diyar Xerîb di encama êrîşa balafiran a Tirkiyê û li ser îstîxbarata MİT hatiye şehîd xistin. Piştî çend saetan jî KCK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û di daxuyaniyê de eşkere kir ku şahadeta endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb û hevalên wî li ser agahiya kesên noker, xiyanetkar û sîxûrên herêmî dane MİT’a Tirk pêkhatiye. KCK’ê di heman daxuyaniyê de diyar kiribû wê kesên bûne sedem Xerîb û hevalên wî şehîd bûne, ceza bikin û hesab ji wan bipirse.
Nûçeya Lêkolîn wûn dikarin li ser vê linkê bibinin: http://www.lekolin.org/haber-5910-KDPnin-ihaneti-tescillendi-KDP-PARASTINin-verdigi-koordinat-ile-Diyar-Xerib-vuruldu-.html