Rûbar Andok
“Jiyan bi xwezayê re hem dijwar e hem jî di nav pîroziyên xwezayên de bêhempa ye. Çirka vîna mirov dertê lûtkeyên herî bilind û di dikeve nav ezmûnên tûj. Jiyan hişk e, hişmend e û herikbar e li çiyayên azadiyê. Lê xweza şaşiyên li hember xwe efû nake. Lewre di navbera me û xwezayê de peymanên metafîzîkî û empatiyek heye. Hem em jê re hurmet hem jî ew heta ji dest tê jê me re bi hurmet e. Jixwe di hêlekê de tanzîma jiyana gerîla bi tevahî li gorî xwezayê tanzîmkirine.
Li ber şewlên kunên şikeftên bê ser û ber de, di bin ronahiya stêrkên şevên sayî û cemedî de, zivistan rûyê xwe yê qerisî nîşanî gerîla dide. Ji bilî darên xaçê, hemû dar û ber, di serî de darên berû û maziyan, pelên xwe weşandine û berûyên xwe di bin qurmên xwe de mîna komên zadan dane ser hev.
Di werzên zivistanê de, mîna berê roj kêm be jî xwe rê me dide. Jixwe hetanî biharê bi tevahî xatir ji gelek hevraz û dolan xwestiye. Mîna ku avên ji dolan diherikin û çirikên ji ber tahtan xwe berdidin, ji tavê xeyidîbin, qerisîne. Ev jî dike ku, tu wan li ser agirekî ku divê bi tu awayî dû dernexe bihelînî. Jixwe ji bona ku were asta kelîn û fûrînê jî, sebreke qewîm pêwîst dike. Jixwe li ser avên qeşagirtî xwe şemitandin, çêjeke cuda cuda ye ku nayê vegotin.
Her çiqas xwezayê, bi lûtkeyên xwe yên jorî û bi qira ketî, her derî mîna çarikek an laçikeke dayîkan spî kiribe jî, ku tu kêmek xwe berbidî qontarên çiyê û erdên hinek dişibin destan, jixwe çar werz an demsal bi hev re ne. Piştî çend barînên baranê, ew kaniyên kevnarê ku di werza havînê de ziwa bûbûn û miçiqîbûn, ji nû ve der bûne. Her çiqas dûrî yekîneyên me bin jî, hema hebûna wan jî xweş e. Dîsa nava qira pûkberfî de, giyayên tirşok û goreşk bi inyad serê xwe derxistine û ber bi danê nîvroj li benda berhevkirina me ne.
Di berbanga sibehî de, dema ku ji dûrî ve li eraziyên rast dinêrî, ji ber qira sibehî fena bahrekê an deryayekê xuya dike. Dîsa digel her tiştî Avaşîn, Çemço û Ava Xazir ku parçeyek ji bihûşta rastîn in, ji rengên xwe yên şîn î keskî misqalek jî kêm nekirine. Dîsa Ava Zê an Zap bi awayekî xemgîn û bi tijî hêrs li hember bombebarîna dagirkeran, bi rengê xwe yê şolî bênavber diherike.
Êdî dema tu di nava erazî de digerî, çawa dar û ber ji ber pel weşandina xwe tazî bûne, piçek gerîla jî di nava darên rût de bi tenê dimîne. Mîna werzên din xwezaya dayîk, baş nikare parastina me bike. Hema dibêje ez li vir im. Lewma ji berê zêdetir divê em dîqet bikin.
Êdî hêdî hêdî zêdetir em leqayî şopên beraz, gur û wawîk an çeqelan dibin. Jixwe êvarî dema wawîk, li gorî navê dikin waqewaq, mîna senfoniyek bê eyar, li dol û tahtan sewta wan olan didin. Ji ber ku gelek caran ji nişka ve dest bi sewtê dikin, warqilîn bêhemdî dibe. Di nava vê sewtê de, dengê ew balafirên keşfê û yên şer, her çiqas dengekî nexweş û dojehî be, êdî bûye parçeyek ji dengê xwezayê ku wê tu carî nepejirîne. Jixwe dema ku eletexmînî ew jahriyên xwe berdidên hemêza xwezayê, hem deng û hem jî hejandinên wê, mixabin ew xwezaya giyanewer diêşîne.
Li her yekîne, tabûr û komên kêmhejmar de, zêdetir ji bilî karên rojane û yên nebin nabe, perwerdehî têne kirin. Di hewayên qerisandî de, dahûrandin an rûyê qirêj ê modernîteya kapîtalîst daxistin û tehlîlkirina wê, heyecaneke gelek mezin dide her hevalî. Digel ku hê destpêke, lê nêrandinek û asoyên gelek dûr û bê ser û ber di me de daye afirandin.
Li derdora terafên êgir de, helbet bê sohbet û bê nîqaş nabe. Bûyer û geşedanên li çar parçeyên Kurdistanê û nîqaşkirina têgînên nû yê parêznameya roja me, tîna heyî zêdetir dike. Di serî de hevdîtina bi serokatî re, huner, pêşketinên siyasî, rewşa rêxistinbûna gel, axaftinên wekîlên kurd li meclîsa tirkan dikin, dîsa nîqaşên wan, hilbijartinên wê li bakur bibin, xwedîderketina gelê me li şehîdên xwe û li hember êrîşeke mûxtemel di bejahî de mijarên sohbetên me ne.
Her çiqas nêrînên me di çaydankên tenîgirtî de di tariya şevan de mîna berê winda nebin jî, dil û mejiyê gerîla bi giravan re, bi şehîdan re û bi gelê me yê leheng re lê dide. Hêviyên azadiyê ji her demê bêtir seridîne. Wê bihara bê rengîn û hêçîn be. Ji ber vê yekê, em çawa her xebat û mijûlahiyên li gorî biharê dikin, divê gelê me yê qedîm û leheng jî xwe li gorî vê amade bikin. Gotineke pêşiyan ya efrîqiyan heye, wiha dibêjin; “Ku av rabe, wê masî moriyan bixwin. Dema av vebikişin jî, morî masiyan dixwin. Divê tu kes bi hêza xwe ya îroyîn bawer neke. Ji ber ku wê kî kê bixwe, wê “herikîna avê” diyar bike. ”
Ji ber vê sedemê divê her welatparêzek vê pêvajoya pêşiya me bi fêmkirin û têgihîştina parêznameya serokatî derbas bike û ji bona hilbijartinên li bakurê Kurdistanê şev û roj bixebite. Wê ev dema hevgihîna me û gelê me li Amedê bi serokatî re kintir bike.”