BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, “Hevalên me yên bi fermandariya hevrêyê me Dogan Serhat li dijî yekîneyên dijmin bi rengekî fedayî li ber xwe dan, heta fîşeka dawî derbên giran li dijmin dan û tevlî karwanê şehîdan bûn.”
Daxuyanî wiha ye:
“Di daxuyaniya 1’ê Hezîranê de me ragihandibûn ku 9’ê Gulanê li qadên Mêrga Çepera, Şehîd Cafer û Vartînîs ên Dersimê artêşa TC a dagirker bi balafirên bê mirov ên keşfê û helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Kobra dest bi operasyonê kiriye û 10 Gulanê di şer de 5 hevalên me şehîd bûne. Hevalên me yên bi fermandariya hevrêyê me Dogan Serhat li dijî yekîneyên dijmin bi rengekî fedayî li ber xwe dan, heta fîşeka dawî derbên giran li dijmin dan û tevlî karwanê şehîdan bûn.
Hevalên me yên gihîştin şehadetê:
Nasnav: Dogan Serhat Nav paşnav: Celal Kaya Cihê jidayikbûnê: Agirî Dayik-Bav: Makbule – Muslum Dem û cihê şehadetê: 10’ê Gulana 2019’an / Dersim |
Nasnav: Baran Mûnzûr Nav paşnav: Haydar Gul Cihê jidayikbûnê: Dersim Dayik-Bav: Hatûn – Hasan Dem û cihê şehadetê: 10’ê Gulana 2019’an / Dersim |
Nasnav: Botan Agir Nav paşnav: Nevaf Kortak Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Hatîce – Mehmet Şerîf Dem û cihê şehadetê: 10’ê Gulana 2019’an / Dersim |
Nasnav: Canfeda Cesur Nav paşnav: Vedat Çeken Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn Dayik-Bav: Rihan – Mehmet Şerîf Dem û cihê şehadetê: 10’ê Gulana 2019’an / Dersim |
Nasnav: Rohat Pîro Nav paşnav: Hidir Gok Cihê jidayikbûnê: Dersim Dayik-Bav: Taybet – Nûrettîn Dem û cihê şehadetê: 10’ê Gulana 2019’an / Dersim |
|
Heval Dogan di sala 1977’an de li Agiriyê ji dayîk bûye. Rêheval Dogan ji bo lêgerîna jiyana azad dev ji zanîngehê berdaye û di sala 1998’an de tevlî nav partiyê bûye. Ji roja ku tevlî nav partiyê bûye, xwe bi îdeolojiya Rêber Apo birêxistinkir kiriye û bûye îfadeya şênber a milîtanbûnê. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar her dem di nav pratîkê de cih girtiye.
Li Dêrsim, Qoçgirî û Behra Reş di şertên dijwar de têkoşiyaye û bûye fermandarekî pêşeng. Rêheval Dogan bi bedewbûna dilê xwe jiyan bi qîmet kiriye. Girêdayîna wî ya bi Rêbertî re, her dem berê wî daye pratîkên dijwar. Rêheval Dogan her dem li hemberî Rêbertî, partî û gel xwerexneya xwe daye. Wekî yek ji hevalê me yê berxwedêr bûye fermandarekî fedaî.
LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN FAŞÎST TEVLÎ NAV REFÊN GERÎLAYAN BÛN
Rêhevalên me Baran Mûnzûr, Botan Agir, Canfeda Cesûr û Rohat Pîro li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk tevlî nav refên gerîlayan bûne. Her hevalekî me bi pratîka xwe ya gerîlatiyê bi awayekî kedkar, fedakara û cesûr tevlî nav têkoşînê bûne. Rêhevalên me bi dîsîplîneke mezin, peywirên xwe bi cih anîne. Rêhevalên me yên ku di her şertî de girêdayî Rêbertî, şehîd û gelê me bûne, li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Dêrsimê heta nefesa xwe ya dawîn bûne xwediyên helwesta fedaîyane.
Malbatên rêhevalên me di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û em soza xwe dubare dikin ku, em ê alaya şoreşê ya ku rêhevalên me emanetî me kirine, hildin asîmanan û bi agirê tolhildanê em ê bimeşin.”