DIHOK – Hate îdiakirin ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hinek çek û teqemiyên xwe yên li Fermandariya Dihoke veguhestiye baregeha artêşa dagirker a dewleta Tirk a li Komelgeha Sîrê ya ser bi Dihokê. Herwiha paşmayên DAIŞ’ê yên li Mexmûrê jî veguhestiye baregehên Tirkiyeyê yên li Behdînan.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, duh êvarî di saet 16.00’an de heta îro danê sibehê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) gelek cûreyên çekên giran û sivik ên li Feramandariya Dihokê û çend cihên din sewqî baregeha artêşa dagirker a Tirk li komelgeha Sîrê ya ser bi navçeya Şêladizê ya Dihokê kirin.
Herwiha tê gotin ku ji depoyên çekan ên li devera Dolemer û herêma Barzan gelek çek û cebilxane sewqî heman baregehê hatin kirin.
Ji aliyê din ve hate îdiakirin, şevê din hinek çeteyên DAIŞ’ê ku li çiyayê Qereçox mane û tê gotin ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine perwerdekirin, veguhestine baregehên Tirkiyeyê yên li Sîrê û Behdînan.