BRADOST – Çalakiya Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer ya Mertalên Zindî li Bradostê di roja 16’emîn de didome. Rojane welatiyên herêmê û serdana çalakvanan dike û piştgirî didin çalakiyê.
Doh ji eşîreta Surçî gelek welatî çalakiya mertalên zimndî ziyaret kir û piştgiriya xwe daxuyakirin.
Li ser navê eşîretê Mihmed Surçî axivî û got: “Dewleta dagirker a tirk jiyane ji bo welatiyên herêmê kiriye jahr. Pêwîste Gelê Kurd li her qadê li dijî dagirkeriya dewleta tirk bisekine û yekîtiya xwe ava bikin. ”
Çalakvanê mertalên zindî Navdar Başûr jî axivî û got: “Em êrîşên dagirker yên dewleta tirk şermezar dikin û em ê wek hertim li dijî dagirerkiyê liberxwe bidin. Ev êrîşan zerarek mezin dide welatiyan, gundan û xwezayê. Dewleta dagirker a tirk dixwaze xeyalên xwe yên Osmanî pêk bine. Ciwanên Kurd û tevahî beşên civakê pêwîste li dijî wan pilanên dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin û pêwîste vê dagirkeriyê webûl nekin.”