NAVENDA NÛÇEYAN – Di salên borî de dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê hewl dide axa Başûrê Kurdistanê dagir bike. Tevî baregehên leşkerî yên artêşa dagirker a Tirk, MÎT’ê jî bi hevkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê navendên xwe avakirine. Piraniya wan li Duhokê ne. Li Hewlêr, bajarokê Batufa yê navçeya Zaxoyê, li navenda Zaxoyê û Duhokê navendên MÎT’ê hene. Ev navendên MÎT’ê îstîkbarata der barê herêmê kom dikin û êrîşên hewayî pêk tinin. Di van êrîşan de heta niha bi sedan welatî şehîd ketine û ziyanek mezin gihiştiye xwezayê.
Dewleta Tirk a dagirker ji sala derbasbûyî û vir ve gelek deverên herêma Bradostê dagir kiriye. Ew herêm jî wiha ne: Lêlikan, Navmêrgan, Xelkere, Bilasinên, Xelifan, Geliyê Reş, Araqa, Xeme, Bezinê, Bênavok, Çinaro, Çiyayê Kitkin, Reşmelê, Şapanê, Kanîreş, Qongre û Sosinê.
Tevî van herêman ji 28’ê Gulanê ve li Çiyayê Şekîf, Girê Şehîd Dervîş, Şehîd Sarya û Çemê Lolanê yên li Xakurkê jî dest bi êrîşên dagirker kir.
Li gel tank, top û çekên giran zêdeyî deh hezar leşkerên dagirker yên artêşa Tirk li baregehên li Başûrê Kurdistanê hene.
NERAZÎBÛNA GELÊ BAŞÛR
Leşkerên Tirk ên li wan baregehan gelek caran êrîşî gel û herêmê kirin. Gelek caran mirov revandin û kuştin. Di heman demê de her ku firsend dîtin êrîşî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê kirin. Gelê herêmê dixwaze hêzên dagirker yên dewleta Tirk ji herêmê derkevin.
Hikumeta Iraqê jî gelek caran xwest ku hêzên dagirker ên dewleta Tirk derkevin. Ya rast Parlamenta Kurdistanê ya Federe sala 2005’an ji bo derxistina hêzên dagirker yê Tirk biryar wergirt. Lê belê PDK’ê biryar asteng kir û hewldana dewleta Iraqê ya di vî warî de asteng kir.
Gelê Başûr gelek caran bi çalakiyan nerazîbûna xwe li dijî dagirkeriyê nîşan da. Ji van çalakiyên nerazîbûnê ya herî zêde deng veda dorpêçkirina baregehên leşkerên dagirker yên Tirk ên Amediyê û Bamernê bû, ku sala 2008’an di dema êrîşa dijî Zapê de gel nehişt tank û leşker ji wan baregehan derkevin û êrîş bikin.
Xwepêşandaneke din û ya herî girîng jî li dijî kuştina sivîlan bi destê dewleta Tirk 25’ê Çileyê tevî astengiya hêzên asayîşê jî li Dêralokê pêk hat. Heman rojê gel li Şêladizê ber bi Baregeha Leşkerî ya Sîrê ve meşiya, kete nava baregeha leşkerî û agir berda wesayitên leşkerî. Girseya gel dirûşmên “Erdogan dijmin e”, “Kujer Erdogan” qîriya. Bi hezaran kesî xwestin ku leşkerên Tirk ên dagirker ji Başûr derkevin. Di êrîşa dewleta Tirk de du sivîlan jiyana xwe ji dest dan ku yek ji wan zarok bû.
KOMKUJIYÊN LI SER WELATIYAN
Herî dawî di 27’ê Hezîranê de balafirên artêşa Tirk otomobêla sivîlan kiribû hedef. Di encam de ji heman malbatê 3 kes şehîd bibûn û 5 kes jî birîndar bibûn. Di 21’ê Tebaxa sala 2011’an de balafirên dewleta dagirker, disa li ser rêya Kortek a Binarê Qendîlê wesayitek gundiyan bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de ji heman malbatê 7 kes hatibûn qetilkirin. Di nava kesên hatine qetilkirin de 4 zarok û jinek ducanî jî hebû.