Rûbar Andok
“Qêrîna gel a TOLHILDAN’ê di qerika guhên me de olan dide. Gelê me bi panqarta “PKK TOLHILDAN” şehîdên xwe dişînin rêwîtiya bêmiriniyê ya dawîn. Ji kolanên Çelê, Colemêrg û Bêşebabê ev qêrîn li taht û zinarên kert û lûtkeyên çiyayên azadiyê dikevin û di şaneyên dilên xwe de dinexşînin.
Ji bona hebûnê, ji bona jiyaneke azad, ji bona hemêzkirina ROJ’ê canên ciwan xwe feda dikin. Bi govend û tilîliyan diçin ser dijmin, bi govend û tilîliyan şehîd dikevin û bi govend û tilîliyan dikevin karwanên şehîdan.
Qêrîn diqîre di nava kuçe û kolanên welatê min de. Em her qêrînek, wekî fermanek dihesibînin. Gerîlayên azadiyê, keç û xortên herî delal û egîdane ji bona ROJ’a xwe, şehîdên xwe û gelê xwe; di her kêliya demê de bi hêrsa gelê xwe re hêrsa xwe jî tevlî dikin û vê hêrsê ji bona TOLHILDAN’ên mezin di lûleyên qilêş û doçkayên xwe de bar dikin û di her atom û pirtikên narîncokên xwe de dihelînin.
Her çiqas Kudistana me ya nazenîn, welatê me yê bihiştî û axa me ya qedîm ji hêla şaristaniyên derewîn ve hatibe parçekirin jî, bes tu carî çiyayên qedîm ên Kurdistanê nehiştine ku qutbûneke bi temamî pêk bê. Lewre îro li her çiyayên Kurdistanê, ji Botanê bigire hetanî Urmiyê, ji Amedê bigire hetanî Efrînê gerîlayên azadiyê ji bona jiyaneke azad û Kurdistaneke Xweser û Azad dest li ser tetikane û bi baz û eyloyan re hevalbendiyê dikin.
Ne rojek, ne du roj ev sî û pênc sal in, PKK di pêşengiya Rêber Apo de êdikoşe. Di vê demê de ne şehîdek, ne du şehîd bi deh hezaran şehîdên me Dara Azadiyê bi xwîna xwe avdan. Di vî sî û pênc salî de gora ku hatibû betonkirinê li çiyayê Agiriyê hate parçekirinê û ji qêrîna Nûrî Dêrsimiyan re bûn bersiv, kindir û werîsê ku Seyîd Rizayan, Şêx Seîdan û Qazî Muhamedan darvekirin me parçe kir û me ew kindir û werîsan xist stûyê dijmin, noker û bêbextan.
Piştî têkoşîn û berxwedaniya dûr û dirêj, bi êş û jan dijminê gelê kurd neçar ma hebûna kurd qebûl bike. Êdî hemû dinya, mecbûr man ku gelê kurd ku ji dîroka şaristaniya xwe maliştibûn cî bidinê. Serokatiya me derew û qirêtiyên dîroka derewîn a şaristaniyê aşkere kir, di ser de jî dîroka gelan, dîroka jinan ji nû ve nivîsand.
Îro jî, dijminê gelê kurd, mecbûr hatiye hiştin ku, hinek gavan bavêje. Loma ev çar–pênc meh in, digel ewqas êrîşên dijmin, digel ewqas girtina welatparêzan, digel ewqas şehadeta gerîlayên azadiyê, li ser banga ROJ’a me pêvajoyek despêkir. Ji bona ku em li çar parçeyên Kurdistanê jiyaneke azad li ser axa xwe ji gelê xwe re biafrînin û vê yekê bêyî ku xwîn birêjê bikin, hema hema me çekên xwe da rawestandin.
Lê bila gelê me meraq neke. Wê roja tol girtinê were. Her çiqas dijminê me har e, bes gerîlayên we jî ji her demê bêtir bi hêz in û baweriya gelê me ji her demê berztir e. Ji bona ku em bikaribin hem tolên rojên îroyîn, hem jî tolên dîrokî bigirin, divê her ciwanekî kurd, beşdariya gerîla wekî peywireke welatparêziyê ya herî pîroz bigire dest. Dijminên me ne yek in, ne didu ne. Ji bona wê jî, divê em hejmara Artêşa Parastina Gelê xwe bikin sê-çar qatî. Em çiqas mezin bin, em çiqas bi hêz bin, em ê bikaribin ewqas lêdanên mezin li dijmin bixin û xwe bigihînin rojên azad.
Lewma, wê mehên pêş me, mehên cengên mezin bin û divê bêyî ku ciwanên kurd ji vê cenga azadiyê bimînin, divê ciyên xwe di nava baz û eyloyên çiyayên azadiyê de bigirin, da ku em tolgirtinên mezin û dîrokî bigirin.”