BIRADOST – Ciwanê bi navê Eyûb Xelîl ê li dijî dagirkeriya Tirk li Biradostê tevlî çalakiya mertalên zindî bûbû, dema xwestibû vegere mala xwe, 8’ê Tîrmehê li navçeya Sîdekan a Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibû binçavkirin.
Li gorî zanyariyên ku ji mertalên zindî hatine girtin, Eyûb Xelîlê destpêkê ji aliyê asayîşa Sîdekanê ve hatiye binçavkirin, piştî kontrola nasnameyê radestê asayîşa Mêsîf a Hewlêrê hatiye kirin.
Heya niha asayîşa Sîdekanê têkildarî binçavkirina mertalê zindî ti zanyariyek parve nekiriye.