BRADOST/BALEKAYETÎ – Rejîma Îranê herêma Bradost û Balekayetî topbaran dike. Top li nêzî koçer û sivîlên li gundan dikevin.
Deverên ku tên topbarankirin, devera gundê Alan a ser bi bajarokê Çoman, Kendeşîn, Berdesoran, Binarê Çixê Derê, Gomê Çiledar ên herêma gundên Gunderoj û binarê çiyayê Helgurt yên ser bi herêma Balekayetîne.
Rejîma Îranê gundên Telan, Şikene û Male Mela yên herêma Bradost a ser bi Hewlêrê topbaran kirin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, li gundê Telan topek li ber malekê ketiye. Di encamê de sivîlek şehîd bû û 2 kes jî birîndar bûn. Hemû ji malbatekê de ne.
Heta niha bi dehan caran dewleta Tirk jî herêma Bradost bombebaran kiriye.
Ji ber tirsa topbaranê, koçer û cotyarên herêmê ji herêmê derketin.