ŞENGAL – Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) êrişên dewleta Tirk û êrîşa li dijî Endamê Konseya Giştî ya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb bi meşekê şermezar kirin.
Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) êrişên dewleta Tirk û êrîşa li dijî Endamê Konseya Giştî ya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb li Şengalê bi meşekê şermezar kirin. Di dawiya meşê de daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;”Li hemberî hemû zext û êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê serî hil din û tola şehîdan rabikin.
Daxuyanî wiha didome;”Em di destpêkê de li ber hemû şehîdên ku di oxira azadiya gelan de canê xwe bexş kirine, bi taybetî jî duh hevalê Zekî îro jî Hevalê Diyar Xerîb ku bi destê xiyanetkarên hêzên ku hevkariya dewleta Tırk dikirn hatin şehîd xistin de bejna xwe ditewînin. Em vê dibêjin ku em şopdarên wan in. Em ê ciwan li pêy rastî û heqîqeta têkoşîna wan bin. Ew ji me re bûne rê nîşaneyek têkoşînê.
Em baş dizanin ku êrîş bi destê kîjan hêzan pêk hatiye. Çawa ku di êrîşa fermanê de xiyanet li me kirin îro jî mîna ku xiyanet bûye xeta wan ya hebûnê xiyanet li pêşengên me jî kirin. Em bang li hemû hêzên li Kurdistan û ciwanên li çar perçê kurdîstanê bi taybetî jî ên li Başûrê Kurdîstanê dikin ku xeta eşîreta Barzanî baş nasbikin. Li hemberî pêk anînên wan yê ku xizmetê ji welatê xwe ji xaka xwe re dikin bêdeng nemînin.
Em disan hişyarî dikin ku wê ciwan di her deverê de ji bo tola şehîdan ra bike wê di nava çalakiyan de bin. Her devera ku xizmeta gelê xwe nake xiyanetê lê dike, wê di hedefê me debe. Em êdî ji xeta xiyanetê re dibêjin êdî bese. Ciwanên Êzidî li kûderê be, bila li dijî xeta xiyatê têkoşînê bikin. Ji ber ku ew xet civak û mirovan dide tunekirin û kuştin.
Li dijî pêkanînên dewleta Tirk a faşîst û xirabker û hevkarê wê PDK’ê serî hildin serî hildin serî hildin”