ENQERE – Xwendekarên Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn (ODTU), li Meclîsê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û ÎYÎ Partiy ziyaret kirin.
Xwendekaran, di hevdîtinên bi Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtûlan, Serokê Giştî yê TÎP’ê û parlementerê Stenbolê Erkan Baş û Serokwekîlê Koma ÎYÎ Partî Lutfu Turkkan kirin re de, li dijî avakirina yurda KYK’ê piştîgirî xwestin.
Di heman demê de xwendekar ewê di 14’ê Tîrmehê de, li ODTU çalakiyekê li dar bixin û xwestin partî piştgirî bidin çalakiya wan.