BRADOST – Ciwanê bi navê Eyûb Xelîl ê li dijî dagirkeriya Tirk li Biradostê tevlî çalakiya mertalên zindî bûbû, dema xwestibû vegere mala xwe, 8’ê Tîrmehê li navçeya Sîdekan a Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibû binçavkirin. Di 10’ê Tîrmehê ew derbasê asayîşa Mesîf a Hewlêrê hatiye kirin û li vir îskence lê tê kirin.
Li gorî zanyariyên ku me ji welatiyên herêmê girt, Eyûb Xelîlê destpêkê ji aliyê asayîşa Sîdekanê ve hatiye binçavkirin, piştî kontrola nasnameyê radestê asayîşa Mêsîf a Hewlêrê hatiye kirin, îskence lê tê kirin.
Tê gotin ku çalakvan Eyûb Xelîl bi îskenceyên giran re rû bi rû maye. Der barê sedema binçavkirina wî û rewşa wî heta niha asayîşa PDK’ê ti zanyar parve nekiriye.