BRADOST – Balafirên şer ên artêşa dagirker a Tirk devera Çiya Dêl a herêma Biradostê bombebaran kirin.
Ji beriya demek kurt balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker devera Çiya Dêl a herêma Biradostê bombebaran kirin. Li gorî zanyariyên ji herêmê bidestketine, ji ber bombebaranê agir bi eraziyê deverê ketiye.
Hate ragihandin ku heya niha jî balafir li ser asîmanê herêmê digerin û welatî ji ber êrîşan dinava metirsiyek mezin de jiyan dikin.